
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdax, ragihand ku rewşa Aysel Tûglûk girane û ew rakirine nexweşxaneyê.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş da xuyand ku rewşa Aysel pir giran bûye û gotin:
“Îktidar li dijî girtiyên siyasî polîtîkayên cudaker pêk tîne.”
Nexweşiya demansê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li Girtîgeha bajarê Kocaelîyê Tirkiyê dîl tê girtin, doh rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin Ayselê li serwîsa lezgîn hatiye tedawîkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fî-gen Yuksek-dax a di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku Tux-lûk a di demekê nêzîk de bi Coronayê ket û bi ser xwe ve nehat û got:
“Me Tûx-lûk şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê.
Rewşa neyînî ya ji ber şert û mercên girtîgehê derdikeve holê her ku diçe tenduristiya wê xerabtir dike.
Piştî tedawiyê Ayselê dîsa birin girtîgehê.
Ebrû Gunay: Sûcê êşkenceyê li dijî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk tê kirin
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê rewşa tendirustiyê ya Aysel Tugluk ji ajansa Jinnewsê re axivîn.
Ebru Gunay da xuyakirin ku polîtikayeke cudaker li dijî Kurdan û girtiyên siyasî tê meşandin û got:
Di salên 1990’î de çawa kurd bi cinayetên kiryarên wan ne diyar dihatin kuştin, îro jî AKP vê polîtîkayê li girtîgehan pêk tîne.
Girtiyên nexweş nexweş nayên dermankirin û berdan.
Li welatên demokratîk dema ewqas binpêkirinên mafan pêk bên wê demê Wezîrê Dadê îstifa dike.
Dev ji îstifayê berdin lêpirsîn jî nayê destpêkirin.
Ev rewş ji ber polîtîkayên dijminatiyê û yên cudaker ên AKP’ê ye. Raporên Saziya Tiba Edlî ATK’ê ji nirxên mirovan û tibbî dûr in.”
Meral Daniş Beşdaş: Tevî hemû bangan jî Aysel nayê berdan
Meral Daniş Beşdaş jî diyar kir ku bi destê desthilatê sepandinên taybet li dijî Aysel Tugluk tên kirin û wiha domand:
Aysel bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne.
Me ev bi caran got lê belê ATK nêzîkatiyeke polîtîk nîşan dide û derbarê Ayselê de dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’.
Her saniyeyê ya Aysel Tugluk a di girtîgehê de îşkence û dijminatiya li dijî gelê kurd e.
Tevî hemû daxwazên me Aysel Tugluk nayê berdan.
Ya Aysel Tugluk bernade jî îradeya siyasî ye.