
Şervanê QSD’ê Şehîd Udey Cinêdiye 8`ê Îlonê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de li kampa Holê şehîd bûbû.
Cenazeyê şehîd bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îqab El Eswed a Til Koçerê hat oxirkirin.
Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê tevlî merasîma oxirkirina şehîd Ehmed Ebas Mitêran bi nasnav Udey Cinêdiye, bûn.
Di merasîmê de yek ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrika axivî û got:
“QSD ji destpêka damezirandinê ve li dijî hemû komên terorîst ên bi navên cuda ku dewletan nedikarîn li dijî wan bisekinin, şer kir û teror têk birin.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Şêxe Resûl axivî û îşaret bi têkoşîna şehîdan ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê kir.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.