
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê îro di roja 17’an de dewam kir.
Lêgerîna li nava kampê bi baldarî dewam kir û duh jî miqdarek cebxane hat dîtin û desteserkirin.
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 17’an de dewam kir..
Vê sibehê, saet 06:00’an, Hêzên Asayişê dest bi lêgerînê kir.
Lêgerînê bi baldarî dewam kir..
Di roja 16’an a lêgerînê de jî hêzên Asayîşê ragihand ku wan cebilxaneya şaneyan li nava kampê veşartibû dîtin û ev agahî hatin parvekirin:
“Di beşa 3’an de çeka klaşinkov, 9 cercûr, ala çeteyên DAIŞ`ê, çenteyên leşkerî, hebên seknandina xwînê, derzî, rext, tablêt û gelek guleyên klaşnîkovê di konekî de hatin dîtin.”