
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên dagirkeriya Tirk, şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî El-Seyîd ve hate xwendin.
Hêvî El-Seyîd diyar kir ku dewleta Tirk li çiyayê Kurdistanê li hemberî berxwedana gerîla berdêlên giran dide.
Her wiha Hêvî balkişand li ser êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê û wiha got:
“Dewleta Tirk dixwaze li herêmê terorê belav bike da ku dest bi polîtîkayên Tirkkirinê bike û binkeftinên xwe binûxmîne.”
Her wiha Hêvî balkişand li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û got:
“Tecrîda li ser rêbertî yek ji polîtîkên dewleta Tirk ya li dijî gelê kurd û têkbirina îradeya wî bû lê ve armanc û plana wan bi serneket.”
Di dawiyê de Hêvî El-Seyîd diyar kir ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êriş, dagirkerî û tecrîdê bidomînin.