Li Tûnisê konferansa 3. ya Jinan a Cîhanê

Di 3’êmîn Konferansa Jinan a li Tûnisê tê lidarxistin de rêziknameya li ser têkoşîna hevpar a tevahî jinên cîhanê ya ji bo fermîbûnê dê pêşkeşî dengdaran bê kirin hat xwendin. Di rêziknameyê de hat diyar kirin ku pêwîste Şoreşa Jinê ya Rojava bê nasîn û parastin û têkoşîna jinên Suryanî, Aşûrî û Keldanî bê naskirin. Konferans bi banga yekitiyê ji bo dozên jinan ên hevpar bi dawî bû.

3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê bi nîqaş û nirxandinên girîng ên li ser pirsgirêkên ku jin li tevahî cîhanê pê re rû bi rû dimînin, di roja 7’emîn de didome.

Di xebatên Konferansê de rêziknameya ku wê ji bo fermîbûn û pesendkirinê dê pêşkeşî dengdaran bê kirin, hat xwendin.

Mijarên ku di rêziknameyê de hatin dest girtin wiha ne:

Tekezî li ser pêwîstiya dayîna mafê çarenûsa jinan hat kirin.

Hate destnîşankirin ku pirsgirêkên jinan yek in û jin rastî tundiya zayendî, aborî, civakî û malbatê tên.

Daxwaza berdana girtiyên jin ên di girtîgehan de hat kirin.

Menal Mihemed: Pêwîste şoreşa Rojava bê nasîn û parastin

Şanda jinên Kurd di 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê de daxwaz kir ku hemû kesên ku li herêmên dagirkirî li dijî gel sûc kirine bên darizandin.

Endama Komîteya Têkiliyên Demokratîk û Peymanên Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Menal Mihemed got:

Di rêziknameyên 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê de hat diyar kirin ku pêwîste Şoreşa Jinê ya Rojava bê nasîn û parastin.

Îlham Mutlî: Em daxwaza naskirina komkujiya Sêfo dikin

Şandeya Suryanî ku tevlî Konfaransê bû jî rêziknameya xwe pêşkêş kir û tê de teqezî li ser pêwîstiya naskirina komkujiya Sêfo kir.

Seroka Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Mutlî dibêje:

Di rêziknameya Suryaniyan de hat xwestin ku têkoşîna jinên Suryanî, Aşûrî û Keldanî bê naskirin.

Di rûniştina dawî ya konferansê de rapora jinên Tûnisî hat pêşkêşkirin

Koordînatora Tûnisî Îman Kehlawî rapora xwe ya li ser atolyeyên ku di konferansê de hatibûn amadekirin pêşkêş kir û got:

Ji bo azadkirina jinan û bidestxistina serxwebûn û wekheviya tam divê xebat bi hev re werin kirin.

Konferans bi banga yekitiyê ji bo dozên jinan ên hevpar bi dawî bû.

Back to top button