
Çalakiya Konvedanê bi pêşengiya HPC-JIN û Kongra Star ya li pêşiya NY a Qamişlo hatî destpêkirin di roja 30’an de berdewam dike.
Îro endamên HPC`ê yên Kobanê û navçeya Til Birakê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de endama HPC-Jin Şeyma Ehmed axivî û got: “Em bang li nûnera edalet û mafan; NY dikin ku bi kijan heqî hêzên terorîst me dikujin û hûn jî tu helwestî nîşan nadin.”
Endamê HPC`ê yên Kobanê Xelîl Nasan jî got: “Em li vir in ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê ku em ê li ber xwe bidin.”
Êrişên dewleta Tirk bi meşekê li Girkê Legê hatin şermezarkirin
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Meş ji qada Şehîd Xebat a Girkê Legê destpê kir û li qada Azadî veguherî mîtîngê.
Di mitîngê de enadma rêveber a Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Evîn Îbrahîm axivî û got:
“Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker em piştgiriyê didin berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana QSD’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”