TIRKIYE HETA NIHA 3 HEZAR Û 128 DOZÊN DADWERÎ BINPÊ KIRINE

Tirkiye dîsan xwe dide pêş û cihê xwe di nava welatên herî binpêker de digire.

Li gorî serjimariya dadgeha Ewropî ya Mafên Mirov a sala 2018’an, dewleta Tirk madeya 10’an a lihevkirina Ewropî ya Mafên Mirovan a taybet bi azadiya fikir û derbirînê binpê kiriye.

Ev jî di rêya 40 dozên dadwerî re hatine binpêkirin.

Rapora dadgehê diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk der heqê gelê xwe de pêk tîne, li gorî salên berî 20% zêdetir bûye.

Heta îro jî, Tirkiye 3 hezar û 128 doz binpê kirine.

Di darbeya leşkerî ya Tirkiyê de ku weke îro pêk hat, dewleta Tirk bi hezaran leşker, karmend, mamoste û dadwer binçav kirin.

Di wê demê de 200 kes di encama rewşên veşartî de jiyana xwe ji dest dan, hinek jî ji ber êşkenceyê hatin kuştin û bi hezaran kes ji welat reviyan.

Di 10’ê Adara borî de jî, wezareta hundir a Tirkiyê got wan 511 hezar kes binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button