Şervanê QSD’ê Şehîd Udey Cinêdiye û Cesûr Xebat 8`ê Îlonê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de li kampa Holê şehîd bûbû, bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Raxib Samir Berxeş bi nasnav Cesûr Xebat 8’ê Îlonê di şerê li dijî şaneyên DAIŞ’ê de li kampa Holê şehîd bû.
Şêniyên Hesekê bi meraasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Cesur Xebat li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir kirin.
Di merasîmê de kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serkeftinê ji bo gelên herêmê da.
Di dawiyê de nasnameya şahadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Şehîdê pêngava Mirovî û Ewlehiyê Udey Cinêdiye li Til Koçer hate oxirkirin
Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê tevlî merasîma oxirkirina şehîd Ehmed Ebas Mitêran bi nasnav Udey Cinêdiye, bûn.
Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û hat gotin:
“QSD ji destpêka damezirandinê ve li dijî hemû komên terorîst ên bi navên cuda ku dewletan nedikarîn li dijî wan bisekinin, şer kir û teror têk bir.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.