Zeyneb Murad: Dijmin lewaze ,lê derfetê ji nakokiyên nava Kurdan digre

Duh li Navenda Çandî ya Çomanê ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad semînerek hat organîzekirin.
Di semînerê de li ser mijarên netewî, guhertinên ku li herêmê rû didin giftûgo hatin kirin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad îşaret bi hewildanên KNK’ê yên ji bo nêzîhevkirina aliyên Kurdî kir û got:

“Hewildanên KNK’ê yên ji bo hevdîtinên li gel aliyên siyasî berdewamin.

Da ku bikarin hemû aliyek li ser yek mêzê giftugoyê kombikin ..

Û bi rêya giftûgo û diyalogê pirsgirêkên netewî niqaş bikîn.”

Zeyneb eşkere kir wan biryar daye serdana piraniya alî û kesayetan bikin..

Zeyneb Murad eşkere kir ku ti demê wek niha welatên dagirker lewaz nebûne û wiha domand :

“Lê ev welatên dagirker hertim ji nakokî û parçebûna nava Kurdan derfet werdigrin ..

Da ku hîn zêdetir xaka Kurdistanê dagir bikin.

Heta di nava partiyan de jî parçebûn çêkirine.”

Back to top button