Bedran Ozturk: Sedema mirina girtiyan, Dewlet bi xwe ye

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk anî ziman ku zexta li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de dewam dike û got: ”Dewlet bi van polîtîkayan hewl dide vîna girtiyan bişkîne, lê wê ti carî neghêje vê armanca xwe.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Bedran Ozturk derbarê rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê nirxandin kir.

Bedran Ozturk derbarê sedema girtina wan girtiyan ev tişt anî ziman: “Sedema sereke ya girtina girtiyan; ji ber ku kurdin, behsa mafê kurditiyê dikin, tên girtin.

Têkoşîna gelê Kurd a li dijî polîtîkayên îmha û înkarkirinê ji bo desthiladaran sedema girtin û binçavkirinê ye.”

Ozturk destnîşan kir ku îro bi hezaran girtiyên siyasî hene, ku rastî zext û zordariyê tên û got:

“Li girtîgehan mafê girtiyan tê binpêkirin. Cezayên hucreyê li wan tê birîn, pirtûkên Kurdî li wan tên qedexekirin.

Dermanan nadin wan û çûyîna wan a nexweşxaneyê jî tê astengkirin. Heta hevdîtina bi malbatê jî qedexe dikin.”

Hevserokê KCD’ê balkişand ser mirina bi guman a girtiyan jî û wiha nirxandina xwe dewam kir:

”Bi hinceta ku di hucreyê de, xwe kuştine cenazeyên girtiyan tên. Ev hincet rê li ber gumanan vedike.

Eger ev yek bi destê berpirsyarekî girtîgehê jî pêk hatibe, kujer tê parastin. Berpirsyarê mirinan dewlet bixwe ye.”

Bedran Ozturk anî ziman ku armanca dewletê ji van polîtîkayan şikandina vîna girtiyan e lê kes nikare vîna girtiyên ku li ser şopa Mazlûm, Kemal û Xeyriyan li ber xwe didin, teslîm bigre.

Di dawiyê de, hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk banga domandina têkoşîna azadî û demokrasiyê li her kesî kir.

Back to top button