Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 2 çeteyên ku dar û malên gundê Leylanê talan dikirin hatin kuştin

Meclisa Leşkerîya Til Temirê li dijî 2 çeteyên xwestin malên welatiyên gundê Leylanê talan bikin, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de her du çete hatin kuştin.

Ev dîmenê gundê Leylan ê navçeya Til Temirê ye.

Ji ber êriş û topbarana dewleta dagirker ev gund vala bûye.

Çeteyên dagirker valabûna gûnd weke firsen karanîn, ji bo talan, qutkirina darên welatiyan ketine gundê Leylanê.

Lê ev çete ji xezeba Meclisa leşkerî ya Til Temirê xilas nebûn.

Wekî ku hûn di dîmenan de jî dibînin çend şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi awayeke fedaîyane, ji bo parastina mal û milkên xelkê li dijî van çeyan çalakî pêk anîn.

Ev çalakî di 9’ê mehê pêk tê.

Di encama çalakiya şervanên Meclisa Leşkerî ya Til-Temirê de her du çete hatin kuştin û motoreke çeteyan jî hate desteserkirin.

Meclisa Leşkeriya Til Temirê ragihand ku û êriş û talana li ser gundewarê Til Temirê didomîne.

Back to top button