RÊVEBERIYA JIN A DÊRA ZORÊ 7 KOMÎN LI BAJAROKÊ EL-HÎSAN AVAKIRIN

Rêveberiya Jin a Dêrazorê, li gundewarên rojavayê Dêrazorê avakirina komînên jinan dewam dike.Di vê çarçoveyê de 7 komîn li bajarokê El-Hîsan  hatin avakirin.

Rêveberiya Jin a Dêrazorê li bajarokê El-Hîsan a li gundewarê rojavayê Dêrazorê di civînekê de 7 komîn ava kirin.

Di civînê de endama rêveberiya jin Fatime Ehmed têgeha komîn û girîngiya wê ji jinan re şîrove kir.

Di civînê de jinan serok û cîgirên her komînekê jî hilbijartin.

Di her komînekê de 5 komîte (komîteya lihevanînê, tenduristiyê, aborî, parastin û komîteya perwerdê) hatin avakirin.

Leave a Reply

Back to top button