Hakan Fîdan li Iraqê..MÎT bi koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir

Serokê Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Hakan Fîdan ku berpirsayê gelek êriş û komkujiyên li Sûriye û Iraqê ye li paytexta Iraqê Bexdayê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Hat diyar kirin Serokê MÎT’ê bi serokkomar Berhem Salih, serokwezîr Mistefa Kazimî û serokê koalîsyona Serweriya Suniyan Xemîs Xencer re li hev civiyane.

Serokê MÎT’ê ya Tirk Hakan Fîdan ku berpirsyarê gelek êriş û komkujiyên li Iraq û Sûriyê ye serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.

Li gorî çapemeniya Iraq’ê û Başûrê Kurdistanê Serokê îstîxbarata Tirk -MÎT’ê Hakan Fîdan li gel heyetekî serdana Iraqê kiriye.

Hat ragihandin ku Fîdan bi Serokê Koalîsyona Serweriya Sunniyan Hamîs Hançer re hevdîtin pêk anî.

Hate diyar kirin, di rojeva serdana Fîdan de ya li Iraqê, PKK’ê û krîza siyasî ya Iraqê heye.

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê berpirsiyarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan ne tenê li gel aliyên Sûne li gel gelek rayedarên din yên Iraqî jî hevdîtin pêkaniye.

Hate gotin ku Fîdan li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa El-Kazimî jî li Bexda’yê hevdîtin pêkaniye.

Her wiha hate zanîn, Hakan Fîdan li gel Wezîrê Karên Derve ya Iraqê Fûad Hisên û hinek rayedarên Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin pêkaniye.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketine yek ji mijara sereke ya hevdîtinê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bûye.

Hate gotin, îstîxbarata Tirk ji aliyên Iraqî û Herêma Kurdistanê re ragihandiye ewê êrişên xwe yên dagirkeriyê bidomînin û ji bo vêya jî piştgiriyeke zêdetir xwestiye.

Lê ne hate zanîn Berhem Salih û Mistefa Kazimî li beramber van daxwazên MÎT’a Tirk çi bersivek dane.

Hêjayî gotinê ye ev serdan piştî êrişa li Zaxoyê hate kirin, ku 20’ê Gulanê 9 sivîlên Ereb hatibûn kuştin pêk hat.

Piştî vê komkujiyê, gelê Iraqê bertekên mezin li dijî Tirkiyê nîşandan û xwestin ku dewleta Tirk a dagirker ji Iraqê derkeve.

Her wiha ji 17’ê Nîsana îsal ve jî dewleta Tirk êrîşeke berfireh li dijî Başûrê Kurdistanê û hêzên gerîla daye destpêkirin.

Lê tevî vê yekê jî di asta herî jor de pêşwazî li ser şandeyeke îstîxbaratî û ewlekariyê ya Tirk tê kirin derkeve.

Back to top button