Li girtîgehên Tirkiyê 300 kes bi êşkenceyê hatin kuştin û 48 kes jî hatin darvekirin

Di ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980 ya li Tirkiyê re ku bi sedan kes di zindanan de bi êşkenceyan hatin qetilkirin 42 sal derbas bûn. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku pêvajoya darbeya 12’ê Îlonê di şexsê AKP-MHP’ê de dewam dike û got, “Divê li dijî faşîzmê têkoşîn bê xurtkirin.”

Di ser darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980 ya li Tirkiyê re 42 sal derbas bûn.

Di pêvajoya vê derbayê de li seranserê welêt rêveberiya awarte hat îlankirin, partiyên siyasî û sendîka hatin girtin, rêvebirên wan bi darvekirinê hatin darizandin.

Li gor hejmarên fermî di dema darbeyê de 650 hezar kes hatin binçavkirin.

Li girtîgehan jî bi îşkenceyê nêzî 300 kes hatin qetilkirin û 48 kes jî hatin darvekirin.

Bi wesîleya salvegera 43’an a darbeya 12’ê Îlonê, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk beşdarî televîzyona Medya Haberê bû.

Cemal Şêrîk: Dewleta Tirk bi rêya 12’ê îlone xwest bi qirkirina nasnameyên cuda netew dewletê bi sazî bike

Cemal Şerîk diyar kir, dewletê bi rêya faşîzma 12’ê Îlonê xwest netewe-dewletê bi sazî bike û got:

“Dewleta Tirk xwest bi qirkirina nasnameyên cuda yên li erdnîgeriya Mezopotamyayê tirkperestiyê ava bike.”

Cemal Şerîk anî ziman ku temamkirina qirkirina li Kurdistanê wê bibûya jiholêrakirina astengiya li pêşiya vê armancê.

Cemal Şêrîk: Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an armanca dewleta Tirk têk bir

Şerîk da zanîn berxwedana gerîla ya 1984’an kir ku ev armanca dewleta Tirk bi temamî têk biçe û wiha got: “Bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an re her tiştên ku dixwestin bi qirkirinê, komkujiyan, sirgûnê bike, bi pêngava gerîla re bi carekê pûç bûn, têk çûn.

Pêngava gerîla ya 1984’an bi dijberiya xwe ya li faşîzma 12’ê Îlonê hesabpirsîna kirinên li hemberî gelên Kurdistanê ye.”

Cemal Şêrîk: ji bo 12’ê Îlonê bê fêhmkirin, divê akp baş bê fêhmkirin

Di dewamê de Cemal Şerîk diyar kir ji bo fêhmkirina 12’ê Îlonê divê hikûmeta AKP’ê ku serokê wê Erdoganê Faşîst e, baş bê fêhmkirin û ev tişt got: “Bûyerên ku îro diqewimin girîng e weke qonaxa heyî ya 12’ê Îlonê bê dîtin, li gorî wê yekê fikir û nirxandinek bê kirin û nêzîkatiyek bê nîşandan.

Niha ji yên dema 12’ê Îlonê bêhtir bi rêk û pêk êşkence û komkujî dewam dikin.

Lewma divê bê dîtin ku faşîzma AKP-MHP’ê sazîbûn û dewama 12’ê Îlonê ye.”

Cemal Şêrîk: Divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîn bê xurtkirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di dawiyê de destnîşan kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê têkoşîn bê xurtkirin û got: “Gava ku ev hate kirin hingî wê berxwedana li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bi ser bikeve.”

Back to top button