QSD’ê: Nûçeyên Wezareta Parastinê a Tirk ne rast e, şervanên me şehîd nebûne

Dewleta Tirk a dagirker careke din idîa kir ku wan 12 şervanên QSD’ê şehîd xistine.
QSD’ê daxuyanî li ser van idîayan da û diyar kir ku dewleta Tirk derewan dike.

Navneda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Wezareta parastina dewleta Tirk a dagirker, rojên 8, 9, 10 û 11’ê Îlonê daxuyanî dan û îdia kir ku di van her çar rojan de, 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”

Hêjayê gotinêye ku gelek caran dewleta Tirk nûçeyên bi vî rengî belav dike lê dawiyê de derdikevin nerastin û QSD’ê li ser mijarê daxuyanî dide.

Back to top button