Ciwanên Kurd û dostên wan li bajarê Essenê yê Almanya dest bi meşa dirêj kirin

Ciwanên Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Essenê yê Elmanyayê dest bi Meşa Dirêj kir.

Meşa Dirêj ku wê 6 rojan dewam bike bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê” tê lidarxistin.

Ciwanên Kurd û dostên wan ji gelek wealtên Ewropa li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn û li wir bi navê komîteya amadekar a çalakiyê daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: Zêdeyî 18 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Lewma bi navê ciwanên Kurd û entenrasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim çalakiyan li dar bixin.

Meşa me ya dirêj a destpêkê 1983’an ji Hanûa heta Hannoverê 17 rojan dewam kir.

Ew meş dijî zexta li zindanan û agahiya li ser şehadeta Mazlûm Dogan hatibû lidarxisitn.

Di nava kesên ku ew meş pêk anîn de Şehîd Hozan Sefkan, Kasim Engîn û Hozan Mizgîn hebûn.

Meşa Dirêj a ku wê rojê destpê kir, îro bi ciwanên enternasyonalîst dewam dike.”

Ciwanan piştî daxuyaniyê dest bi meşê kirin.

Back to top button