Taywan: 43 balafir û 9 keştiyên çînê li nêzî giravê hatin dîtin

Di çarçoveya xeyalên Çîna yekgirtî de, rêveberiya Pekînê hêzên xwe li derdora Taywanê dizivirîne. Taywanê ragihand ku 43 balafirên şer û 9 keştiyên Çînê dema derbasbûna xeta Tengava Taywanê hatine dîtin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê diyar kir ku ew rewşa li Tengava Taywanê ji nêz ve dişopînin.

Di daxuyaniytê de hat ragihandin ku Çîn hema hema her roj bi hewayê û dem bi dem bi rêya behrê derbasî rojhilatê xetê dibe.

Li gor daxuyaniyê duh 12 balafir û 5 keştiyên Çînê hatine dîtin.

Beriya wê jî bi dehan balafir û keştiyên şer êndi ji despêka mehê ve li nêzî giravê hatine dîtin.

Çîn gelek caran vê xetê ji derya û hewayê binpê dike da ku gefê li Taywanê dixwe.

Rêveberiya Taywanê diyar kir ku di rewşa êrişê de, ew ê mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin.

Ji ber serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi ji bo girava Taywanê ya meha borî hêrsa Çînê zêde kiribû.

Çînê jî bi tetbîqatên li herêmê hêrsa xwe dabû nîşandan.

Back to top button