ALOZIYA IDLIBÊ JI SÛRIYÊ MEZINTIR BÛYE

Ev çend meh in rojeva sereke ya aloziya Sûrî û şerê di hundir wê de, Idlib e.
Hem agirbesta hatibû ragihandin, bi bin ket, hem jî şerê du mehan bê encam ma.
Ev tenê wateyekê radigihîne, aloziya Sûrî bi giştî û ya Idlibê bi taybetî, ji Sûriyê mezintir e.
Êdî Idlib bûye rojev û mijara herî sereke ya piştevanên şerê li Sûriyê rû dide.

Idlib bûye nexşeya ku aliyên şerker li Sûriyê nîgar dikin.

Ew alî jî di şerê Sûrî de çalak in, di serî de Rûsya û Tirkiyê.

Îlona 2018’an navbera herdu aliyên sereke yên piştevanên şerê Sûrî, agirbestek hat ragihandin.

Lê hema ew agirbest 30 Nîsanê hilweşiya, dema rêjîma Sûrî xwest êrîşî Idlibê bike.

Ya balkêş ew e, di şerê Idlibê de, çekdarên Hizbullaha Lubnanî, weke li herêmên din, beşdar nebûn.

Her wiha Rûsya jî bi xurtî tevlî vî şerî nebû, ji bilî wê, danûstandinên xwe bi Tirkiyê re domandin.

Rêjîma Sûrî tenê di çarçoveya êrîşkirina derdora Idlibê de ma.

Armanca wê jî, vekirina riyên sereke bû, lê hema hewldanên wê bi bin ketin.

Despêka êrîşê, hêzên rêjîmê dest danî ser 10 gundan, ji wê demê ve, bidestxistin û jidestçûna herêman di şerê navbera hêzên rêjîmê û yên çeteyan de didome.

Bi kurtasî, piştî du mehan, rêjîma Sûrî tu serkeftinên berbiçav bi dest nexist.

Eger Rûsya, Tirkiye û Îran li hev nekin, dibe şerê Idlibê çend mehên din jî derbas bike.

Ev tê wê wateyê ku serkeftinên li ser erdê bi pêşketinên siyasî ve girêdayî ne, pêşketinên siyasî jî ji Sûriyê û şerê wê mezintir in.

Têkildarî mijarê, Hizbullaha Lubnanî ragihand ku wan dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye.

Li gel vekişandinê, Hizbullahê çekên xwe yên giran jî vekişandin.

Hêjayî gotinê ye, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nasrallah roja Îna borî ragihand ku wan hejmara hêzên xwe li Sûriyê kêm kirine.

Leave a Reply

Back to top button