Artêşa dagirker gundewarê Til Temirê topbaran kir

Êrişan dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê didome.
artêşa dagirker doh careke din gundewarê Til Temirê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê bi çekên giran gundên Gozeliyê û Um El Xêr ên rojavayê navçeya Til Temirê ku nêzî rêya M4 e, topbaran kir.

Di encama topbaranê de ziyan gîhîşt erd û zeviyên herêmên navborî.

artêşa dagirker heman wextê gundên Şêx Elî, Gozeliyê û Til El Leben jî bi çekên giran topbaran kir..

Topbaran heta derengiya şevê berdewam kir.

Back to top button