Bi sedan şêniyên Til Birak serdana konê sersaxî yê Şehîd Samir Berxeş kir

Li navçeya Til Birakê ji bo Şehîd Samir Berxeş ku di pêngava Mirovî û Ewlehiyê de şehîd ketibû konê sersaxiyê hate vedan.

Bi dehan şêniyên navçeya Til Birak, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl çûn gundê Şîhe yê rojavayê navçeyê, serdana kon kirin û sersaxî ji malbata şehîd Samir Berxeş re xwest.

Di merasîma sersaxiyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Şuca El Hasir axivî û got:

“Em bi şehadeta şehîdên xwe serbilind in ku ji bo parastina ax û welatê xwe canê xwe feda kir.”

Piştre endama Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Efaf El Salih jî axivî diyar kir ku ew bi saya şehîdên xwe îro li ser axa xwe azad dijîn û soza şopandina rêka şehîdan da.

Şervanê QSD’ê Şehîd Samir Berxeş di 8’ê Îlonê de di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li kampa Hol şehîd bû.

Back to top button