DAILY MIRROR: QEYÎKEK ÎRANÎ BOMBEKIRÎ HEWL DA KEŞTIYEKE BRÎTANÎ BIKE ARMANC

Piştî vedîtina qeyîkeke Îranî ku bi bombeyan barkirî bû, keştiyeke şer a Brîtanyayê kete nava liv û tevgerê.

Rojnameya Daily Mirror a Brîtanî ragihand ku keştiyeke şer a Brîtanî ku berê xwe dida Kendava Erebî, da cihê keştiyeke din bigire, kete nava tevgerê.

Ev jî piştî nas kir ku qeyîkeke Îranî bombekirî bi aliyê wê ve tê.

Li gorî rojnameyê, qeyîka bombekirî karîbû kunekê di gewdeyê keştiyê de bikira.

Lê hêzên Siûdî yên nêzî keştiya Brîtanî bûn, ji dûr ve, ev qeyîk vedît.

Li gorî agahiyan, qeyîka Îranî ji dûr ve dihat kontrolkirin.

Rojnameya Daily Mirror got belkî Hêzên Hûsî ev qeyîk şandibin.

Ev demek herêma Rojhilata Navîn ji ber gefên Îran û Aemrîkayê rewşeke ne aram dijîn.

Ji lew re, piraniya hêzên navdewletî ji bo parastina berjewndiyên xwe li nava ava Kendavê ne.

ROJNAMEYA

Leave a Reply

Back to top button