Îbrahîm Şêxo: Tirkiyê dixwaz Efrîn tevli xaka Tirkiyê bike

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk heta niha sûcan li Efrînê dike. Daran dibire, mêtîngehan ava dike û demografiya Efrînê diguhere. Îbrahîm Şêxo da zanîn ku armanca Tirkiyê ji van polîtîkayan tevlikirina Efrînê bo xaka Tirkiyê ye. 

Ji roja ku Efrîn hatî dagirkirin, rojane li wir sûc tên kirin.

Li wir şênî tên revandin, demografiya herêmê tê guhertin û hwd.

Derbarê vê mijarê de berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo axivî.

Îbrahîm Şêxo behsa sûcên dewleta Tirk li Efrînê kir û ev tişt anî ziman:

“Çeteyên Tirkiyê dema dawî darên merxê dibirin.

Tenê li nêzî Gola Meydankê zêdetirî 4 hezar dar birîn.

Li gundê Çema yê Şera jî komên çete zêdeyî 2 hezar dar birîn.

Dîmenên ku dema wan daran dibirin jî li ser medyayê belav bûn.

Tevî vê jî civaka navneteweyî xwe bêdeng kir û ti hesab jî nexwest.”

Îbrahîm Şêxo behsa avakirina mêtîngehan jî û ev tişt anî ziman:

“Birîna daran û avakirina mêtîngehan bi hev re pêk tên.

“Çete pêşî axê diavêjin, daran dibirin û dişewtînin, paşê dîsa axê rast dikin.

Piştî ku ji rêxistinên Fîlistînî û Kendavê pereyan werdigirin mêtîngehan ava dikin.

Armanca Tirkiyê ji van polîtîkayan mayîndekirina dagirkeriyê û tirkkirina herêmê ye.

Çawa ku di bin navên mirovî de li Lîwa Îskenderonê kirin, dixwazin Efrîn jî tevli Tirkiyê bikin.”

Dawiyê, Îbrahîm Şêxo ev bang li rêxistin û komeleyên ku ji bo guhertina demografiya Efrînê dixebitin kir:

“Ev karekî ne rast e, karê dirust piştgirî û alîkariya koçberên Efrînê ye yên li kampên kantona Şehbayê ne.

Ji ber ew di bin dorpêç û bombebarana rojane ya dewleta Tirk de di nava şert û mercên dijwar de dijîn.”

Back to top button