Ji ber êrişan nêzî 2 hezar xwendekarên Eyn Îsa û Girê Spî ji xwendinê bêparin

Ev 4 sal in nêzî 2 hezar xwendekarên navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ji xwendinê bêpar in…
Ji ber ku dibistanên wan nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirkerin..
Berdevkê Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya kantona Girê Spî ya dagirkirî Cuman Îsa dibêje :
“Ev yek li gel paşguhkirina civaka navneteweyî û rêxistinên têkildar pêk tê.

Êrişên dewleta Tirk ziyaneke mezin li pey xwe dihêle ..

Di êrişan de mal ,cihên olî heya bi Dibistanan dibe ermanca êrişên dagirkeriyê ..

18’ê mehê jî wê deriyên dibistanan ji xwendekaran re bên vekirin.

Desteya Perwerdeyê ji bo sala nû ya xwendinê jî di nava amadekariyan de ye.

Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya kantona Girê Spî jî dest bi amadekariyên sala xwendinê ya nû kirin..

Mamoste erkdar kirin û pêdiviyên xwendinê belav kirin.

derngê wî biherikîne

Berdevkê Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya kantona Girê Spî ya dagirkirî Cuman Îsa derbarê vê yekê axivî..

Cuman Îsa diyar kir ku wan pêdiviyên 97 dibistanên niha di bin çavdêriya wan de, peyda kirine û got:

“Em ê îsal 5 dibistanan nû bikin ku piraniya wan li rojavayê Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ne..”

Der bare dibistanên ku dikevin eniyên şer jî Îsa ev tişt got:

“Mixabin dewleta Tirk bê navber cih û dibistanan dike armanc..

Bi hezaran xwendekarên gundên nêzî eniyên şer ji beriya 4 salan ve ji xwendinê mehrûm kirine..”

Îsa eşkere kir ku nêzî 2 hezar xwendekar li 23 dibistanan hene û ev tişt anî ziman:

“Lê gund û dibistanên wê rojane ji hêla artêşa Tirk ve li pêş çavên cîhanê tên topbarankirin.

Bi wê yekê mafên zarokan ên xwendinê li gorî qanûn û mîsaqên navneteweyî tên binpêkirin.”

Li gel Rêveberiya Dibistanan di dema niha de tu altarnatîf tune ne ku pirsgirêka nêzî 2 hezar xwendekar çareser bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk sala par 2 dibistan hedef girtibûn..

Di encamê de ji ber tirsa welatiyan li ser zarokên xwe perwerde rawestiyabû.

Back to top button