Mitsotakis: Em ji bo hevdîtina li gel Erdogan amade ne

Her ku dema hilbijartina li Tirkiyê nêzîk dibe, şefê rejîma Tirkiye Erdogan li pey derxistina aloziyekî ye.
Di nava demên dawiyê de, di armanca Erdogan de Atîna heye.
Lê rêveberiya Atîna ev planên wî têk dibe û li cihê gurkirina hestên nîjadperestî careke din işaret bi danûstandinan kir.
Serokwezîrê Yewanan Mitsotakis got,
Ew ji bo hevdîtina li gel Erdogan amade ye.

Di dema ku aloziya navbera Enqere û Atînayê didome de, Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis diyar kir ku ew ji diyalogê re vekirî ne.

Mitkotakis doh li Selanîkê di civîneke çapemeniyê de got:

“Ez her dem amade me ku bi Serokomarê Tirkiyê re hevdîtinê bikim.

Civîna “Civaka Siyasî ya Ewropayê” ku wê di destpêka meha Cotmehê de li Pragê bê lidarxistin, weke platformeke ku Mitsotakis û Erdogan bicivin tê nirxandin.

Giravên Yewnanîstanê yên li Egeyê û xebatên lêgerîna gaza xwezayî li Derya Spî pirsgirêkên sereke yên di navbera her du welatên cîran ên endamên NATOyê de ne.

Enqere, Yewnanîstanê bi çekkirina neqanûnî ya giravên Egeyê û binpêkirina mafên serweriya Tirkiyê bi çalakiyên xwe yên sondajê li Deryaya Spî tawanbar dike.

Şefê rejîma Rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya derbasbûyî gefa operasyona leşkerî dubare kiribû û gotibû,

“Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin.”

Aloziya herî dawî ya di navbera her du welatan de bi îdiaya Enqereyê ya ku hêzên Yewnanîstanê di 25’ê Tebaxê de balefirên şer ên Tirk ên li ser erka NATO’yê tacîz kirine, rû da.

Serokwezîr Mitsotakis, li ser pirsa gelo dibe ku di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de şer derkeve, bersiv da û got,

“Na, ez nikarim şerek wiha bifikirim.”

Mîtsotakis bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye bi hêza hêzên çekdar ên Yewnanîstanê dizane û diyar kir ku daxuyaniyên Enqereyê yên ku wî weke “provokasyon” bi nav kir, îhtîmal e ku têkildarî hilbijartinên sala bê yên li Tirkiyê ne.

Mîtsotakis diyar kir ku gotinên “êrîşker” civaka Tirkiyê jehr kiriye û têkiliyên her du welatan xera kiriye.

Serokwezîrê Yewnanîstanê her wiha îdia kir ku her çiqasî çek li giravên li Egeyê hatine bicihkirin jî ew ji bo Tirkiyê ne gefin.

Back to top button