Amerîka hewil dide daxwaza welatan a bo kirîna çekan pêk bîne

Gurûbna şerê li Ukrayna, daxwaza welatan ya ji bo çekên Amerîka zêde kiriye.
Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagon, daxwazeke zêde ya çekdan pêşwazî dike.
Ji ber daxwazên zêde Pentagon hewil dide van daxwazên firotinê bi encam bike.

Di nava demên dawiyê de, hinek welat daxwazên pergala rokêtên teknolojiya bilind ji Pentagonê dikin.

Ev welat piştî bandora çekên Amerîka yên di şerê li Ukrayna de dibînin, daxwazên xwe zêdetir dikin.

Ji Wezareta Parastinê Bill LaPlante diyar kir ku Pentagon bi pîşesaziya parastinê re di nav danûstandinê de ye ku hilberînê zêde bike da ku hem daxwazên Amerîkî û hem jî yên navneteweyî bicîh bîne.

LaPlante destnîşan kir ku hin welatan ji bo kirîna HIMARS ku wekî pergalên topavêj ên teknolojiya bilind têne zanîn, dest bi daxwazên kirînê kirine.

Li gorî Pentagonê, Wezareta Parastinê ji bo cihê çekên ku bi bihayê 7 mîlyar dolar ku ji Ukrayna re şandî tejî bike ji niha de dest bi kar kiriye.

Kongreyê ji bo vê budçeyek bi qasî 12,5 milyar dolarî pejirandiye.

Back to top button