HPG’ê: Li Zap û Metîna 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna ji bo bîranîna yek ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê Xeyrî Dûrmûş li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di çalakiyan de yek jê payebilind 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û çar dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di salvegera 40. a şehadeta yek ji berxwedêrên Çalakiya Mezin ya 14’ê Tîrmehê Mihemed Xeyrî Dûrmûş çalakîyên bîranînê lidarxistin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 11’ê Îlonê li Qada Çemço tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Şehîd Aryen ve werin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de 11’ê Îlonê teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombebarankirina çeperên şer yên Girê Amediyê amadekiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hat rûxandin.

Dîsa 11’ê Îlonê li Girê Cûdî li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan bikevin nava çeperên şer yên li Şehîd Çekdar.

Pêşî bi şêwazê kemînê û paşê jî bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya ku hêzên me yên di tûnelên şer de û tîmên bi tevger bi awayekî hemwext lidarxistin, 10 leşkerên Tirk ên dagirker ku yek jê payebilind bû hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Navên dagirkerên hatine kuştin; Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat e.

Ji bo ku çek û alavên li ser dagirkerên ku hatin kuştin nekevin destên hêzên me, artêşa Tirk cihê cenazeyan bi balafir û obusan bombebaran kirin.

Her wiha hêzên me derb li dronekê jî xistin ku li ser qadê digeriya. Piştî vê 2 dagirkerên din jî bi rêbaza sekvaniyê hatin kuştin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker cihê cenazeyan bi balafirên şer û obusan bombebaran kirin, bi helîlopteran jî, bi roketên sotîner cihê cenazeyan bombebaran kirin û cenazeyên leşkeran şewitandin.

Qada Çalakiyê û hin cenazeyên dagirkeran hê jî di bin kontrola hêzên me de ne.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 22 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obusan û dîsa bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button