Hêzên Rizgariya Efrînê -HRE bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Beylan Leylûnî eşkere kir.
Di daxuyaniya HRE’yê wiha hate gotin:
“Rêhevalê me Mihemed Cuma bi nasnav Beylan Leylûn 10’ê Îlonê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malbata Şehîd û gelê kurd re dixwazin.”
Di dawiya daxuyaniyê de HRE’ê soza berdewamiya riya şehîdan heta vegera li Efrînê da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
- Nasnav: Beylan Leylûnî
- Nav û Paşnav: Mihemed Cuma
- Navê Dayikê: Besma
- Navê Bav: Elî
- Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 10’ê Îlona 2022’yan