Beriya çend kêliyan li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê ku koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin teqînekê rû da, di encamê de 4 kes birîndar bûn yek ji wan zarok e.
Nûçegihanê me ji kampa Waşûkanî ragihand ku li Kampa Waşûkanî ku koçberên Serêkaniyê lê dimînin, Teqînek pêk hatiye.
Û di encama teqînê de 4 kes ku yek ji wan zaroke birîndar bûne.
Teqîn di encama teqandina motorsklêtekê li rojavayê kampê pêk hatiye.
Navê kesên birîndar wiha ne.
Mecîd Mihemed Elî (9), rewşa wî giran e
Emîne Elî Omer (25), di destê xwe de birîndar bûye û rewşa wê niha baş e.
Her wiha 2 birîndarên din rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê û navên wan wiha ne:
Salim Mehmûd El Ehmed (28)
Salih Mehmûd (23).” Rewşa wan niha baş e û ew ji nexweşxaneyê derxistine.
Ta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyanî nedane.