Hevserokê KNK’ê: Dewleta Tirk şerê tunekirina Kurda daye dest pê kirin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus derbarê êrişa li Xelîfanê ya li dijî komeke gerîla de axivî. Karamûs bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkariya dewleta Tirk berde û bi aliyên kurd re bikeve nava diyalogê.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus derbarê êrişa li Xelîfanê û şehadeta 3 gerîlayan de ji Ajansa Mezopotamya re axivî..

Ehmed Karamus anî ziman ku ev bûyer dê zirareke mezin bide destkeftiyên gelê kurd û got:

“Ji bûyera dawî ya li Xelîfanê qewimî diyar dibe ku Tirkiye ketiye nava aloziyeke mezin.

Êdî nikare li dijî berxwedana PKK’ê şer bike. Lewma bi dek û dolaban hewl dide kurdan ji hev parçe bike.

Dixwaze berê kurdan bide hev û bi hev bide şerkirin.”

Karamûs diyar kir ku şerê dewleta tirk li hemberî deskeftî û statûya gelê kurd e û armanc tunekirina statûya kurda ye û wiha domand:

Hevserokê KNK’ê: Divê PDK dest ji parastina Tirkiyê berde

“Rayedarên PDK’ê bi daxuyaniyên xwe daxwazên Tirkiyê dubare dikin.

Di her daxuyaniyê de dibêjin; ‘Tu pirsgirêka Tirkiyê bi gelê kurd re tune ye û pirsgirêka wan bi PKK’ê re heye.’

Ev helwesta wan nayê qebûlkirin. Polîtîkayên PDK’ê yên parastina dewleta Tirkiye ne rewa ye.

Partiyeke Kurdistanî ku dibêje em destkeftiyên Kurdistanê diparêzin, van daxuyaniyan dide, em pê xemgîn dibin.

PDK bi devê dijmin, bi siyaseta dijmin û bi stratejiya dijmin tevdigere.”

Hevserokê KNK’ê: Hevkariya bi Tirkiyê re hewldana tunekirina kurdan e

Ehmed Karamus işaret bi hebûna dewleta Tirk jî kir û wiha got:

“Parastina Tirkiyê ne di berjewendiyê Kurdistanê de ye.

Me gelek bangawaziyên diyalogê li PDK’ê kirin, lê mixabin her carê guhên xwe girtin.

Em wek KNK di vê daxwaza xwe de xwedî helwest û israr in.

Divê em bi hevre bi stratejiyeke neteweyî li hemberî vê peymanê jî bisekinin.”

Back to top button