Dahata Almanya 2023’an wê kêm bibe

Şerê Ukrana li Ewropa krîza enerjiyê bi xwe re daye avakirin. Almanya ji ber vê krîzê zehmetiyên mezin dibîne. Tevî bihabûna nirxê pêwistiyên jiyanî, tê texmînkirin ku hatineya navxweyî ya xeyrî safî sala 2023’an kêm bibe.

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê enstîtuya IFO ve hate kirin, Almanya wê sala 2023’an wê li cihê pêşketinê bikeve rawestînê.

IFO ku yek ji enstîtuyên herî bi bandor ê welêt e, midûrê wê yê lêkolîna konjonkturî Tîmo Wollemrshaeuser got,

“Vê zivistanê em ber bi rawestandina aborî ve diçin.”

Li gorî IFO’yê ku li gorî meha Hezîranê texmînên xwe bi 4 pûanî kêm kir, enflasyona ku sala 2022’an ji sedî 8.1 e wê di sala 2023’an de bibe ji sedî 9.3.

Back to top button