Piştî xeyalên jina DAIŞ’î Saadet Gûler a xilafeta nû têk çû dixwaze vegere Tirkiyê

Kampa Holê navenda perwerdekirina zarokan li ser hişmendiya tundraw a DAIŞ’ê ye. Ji nêzî 60 welatan jin û zarokên DAIŞ’î di vê kampê de hene. Saadet Gûler jî yek ji wan DAIŞ’î yan e. Ew ji bajarê Hatay yê Tirkiyê ye. Armanca wan tevahî herêm dagirkirin û xelifeta xwe ragihandin bû. Lê bi berxwedana YPJ, YPG, QSD û gel xeyalên wan têk çûn. Saadet jî mîna bi hezaran jinên din niha di Kampa Holê deye. Saadet dibêje, em bi rehetî di sînorên Tirkiyê re derbasî Suriyê bûn, niha jî bila Tirke xwedî li me derkeve.

Ev jin Saadet Gûler e.

Hevjîna çeteykî DAIŞ’ê ye û ji Tirkiyê ye, li Kampa Holê bi cih dibe.

Ev jina DAIŞ’î weke bi hezaran jinên malbatên DAIŞ`ê ji welatên xwe bi hinceta “Hîcretê” der diketin ku welatekî din dagir û talan bikin.

Tişta herî balkeş jî ew e ku xwe bêguneh der dixin û wekî ku tiştekî gelekî normal e jiyana xwe tînin ser ziman.

Saadet Gûler jî wekî malbatên din yên DAIŞ’î di nava rêxistina herî xwînxwar û tundraw a cihanê ye.

Hemû armancên wan yên xîlafetê li kampa Holê tên têkirin.

Jina DAIŞ`î Saadet Gûler (47) dayika 3 zarokan e.

Saadet ji bajarê Hatay yê Tirkiyê û mêrê pêre zewicî jî ji bajarê Samsûn ê Tirkiyê ye.

Di dawiya 2014`an de ji Dîlokê bê ku leşkerên dewleta Tirk ji wan re astengî derxin bi 3 zarokên xwe re derbasî Bableman dibin.

Li wir bi gelek însanên biyanî ku ew jî ji bo şandina Sûriyê hatine komkirin tev li wan dibin.

Saadet Gûler tîne ziman ku di nav wan jinên ku komkirin de jinên ji Misir , Îraqê û yên êzîdî jî hebûn.

Ji wir derbasî Minbicê, Bab, Tebqa û di dawiyê de li Baxozê bi cih dibin.

Saadet Gûler keça xwe di 18 saliyê dide DAIŞ’î ye kê.

Hevjînê keça wê jî wekî yê wê niha di destê QSD’ê deye.

Saadet bang li Tirkiyê dike ku welatiyên we vegerîn e û got:

Dewleta sînor ji me re vekir, niha dev ji wan berda ye.

Em bi hêsanî derbasî vê derê bûn lê derketin zehmet e.

Em ji Tirkiyê dixwazin ku me bi rêyên normal ji vir derxe.

Tu dewlet nikare ji hemwelatiyê xwe re bibejê çi dibe bila bibe eleqê min jê nîne.

Back to top button