LI GINDEWARÊN IDLIB Û HEMAYÊ 13 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Di êrşên rejîma Sûrî û balafirên şer ên Rûsyayê li ser gundewarê Idlib û hemayê zêdetirî 13 sivîlan îro jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov a ku navenda wê li Lundinê ye, ragihand ku balafirên şer ên rejîmê gundê Me’eret Şorîn li gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir.

Di encam de di nav de 3 zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê diyar kir ku balafirên rejîmê ji vê sibehê ve zêdetirî 42 êrîşên esmanî li herêmên Cisir şixûr, Xan Şêxûn, û Sehiyan pêk anîn.

Li derdora herêma Letamnê li bakurê Hemayê jî sivîlekî ji ber topbaranê jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê jî, komên çete yên dagirkeriya Tirk taxa Hemedaniyê kirin hedefa moşekên xwe.

Di encam de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button