Parlamenter Mihemed El Şemerî: Serdan destwerdanda li bîryara Sunîyên li Iraqê ye

Parlamenterê Iraqê Mihemed El Şemerî û Arif El Hemamî serdana serokê MIT’a Tirk a li Iraqê weke planeke dijî Iraqê bi nav kirin û ji aliyên peywendîdar xwestin lêpirsînekê derbarê encamên civînê de bidin destpêkirin. Parlamantera berê yê Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî got ku civîna Serokê MÎT’a Tirk a bi Xemîs El Xencer re ji bo beşdarbûna wan di pêvajoya siyasî ya Iraqê ye.

Hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û kurbûna aloziya siyasî ya li Iraqê, serokê MIT’a Tirk Hakan Fîdan serdana Iraqê kir û bi gelek rayedaran re civiya.

Ev serdana serokê MIT’a Tirk li Iraqê rastî bertekên tund hat.

Parlamenterê Iraqî Mihemed El Şemerî derbarê serdanê de ji ajanseke Iraqî re axivî.

El Şemerî dibêje ku sedema destwerdana dewletên herêmî di Iraqê de encama nelihevhatina siyasî ya hundirîn e ku rê li pêşiya wan welatan vedike li gorî ajandayên xwe destwerdanê bikin.

El Şemerî hevdîtina serokê MIT’a Tirk bi raydarên Iraqî yên Sune re weke destwerdanda desthiladariya Tirk li Iraqê bi nav kir.

Parlamenter Arif El Hemamî: Divê lêpirsîn li ser encamên civînê were vekirin

Parlamenterê Iraqî Arif El Hemamî jî têkildarî mijarê ji Rojnews’ê axivî û wiha got:

Serokê MIT’a Tirk bi serokê Istxibarata Iraqê û kesayetên leşkerî re na, lê kesên siyasî re hevdîtin pêk anî.

Lewaziya hikûmeta Iraqê rê daye deswerdanên Tirkiyê û dezgehên wê.

Hevdîtina serokê MIT’a Tirk bi rayadarên Iraqê re weke planeke dijî Iraqê ye, û divê bêbersiv neyê hiştin.

Hebûna serokê MIT’ê li Iraqê metirsiyeke mezin li ser Iraq û Ewlehiya wê çêdike.

Ev hevdîtin dikeve çarçoveya komplo û warê istixbaratî , divê aliyên peywendîdar lêpirsînekê derbarê encamên civînê de bidin destpêkirin.

Rêzan Şêx Dilêr: Hevbendiya sêalî nikare bê êrêkirina Dewleta Tirk hikûmeta nû ava bike

Parlamantera berê yê Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî derbarê serdana Hakan Fîdan li Bexdayê ji Rojnews’ê re axivî.

Rêzan Şêx Dilêr wiha got:

“Têkiliyke xurt di navbera Hevbendiya Sêalî û dewleta Tirk de heye ji bo ku beşdarî pêvajoya siyasî ya li Iraqê bibin.

Ev civîna Serokê MIT’a Tirk bi Xemîs El Xencer re ji bo çêkirina nexşerêya nû ya pêşeroja wan a siaysî ye.

Serweriya dewleta Tirk li ser Hevbendiya Sêalî pir xurt e.

Ew nikarin bêyî êrêkirina dewleta Tirk hikûmeta ava bikin.

Rêzan Şêx Dilêr wiha gotina xwe bi dawî kir: “Piraniya blok û partiyên siyasî girêdayî aliyên derve ne û destwerdana çaranûsa wan dikin.

Her kes têkiliya serokê Hevbendiya El Siyade Xemîs Xencer û PDK’ê bi dewleta Tirk re dizane.

Back to top button