Qeydkirina li fakulteyên Zanîngeha Rojava ji 13 heta 22’ê Îlonê ye

Zanîngeha Rojava sibê deriyê qeydkirinê ên fakulteyên xwe ji bo sala nû ya xwendinê li xwendekaran vedike. Qeydkirin dê heta 22′ vê mehê dewam bike.

Zanîngeha Rojava dema serlêdana sala nû diyar kir.

Serokê navenda qeydkirinê a li Zanîngeha Rojava Mihemed Şêxmûs derbarê qeydkirina di zanîngehê de ji Anha’yê re axivî û got qeydkirin ji bo sala nû ya xwendinê dê 13’ê Îlonê dest pê bike heta 22 mehê dewam bike.

Rojane ji saet 8’ê sibehê heta 2 ‘ê piştî nîvro wê vekiribe.

Şêxmûs got, di zanîngehê de 10 fakulte û di her fakulteyekê de gelek beş hene.

Îsal jî fakulteya zanistên siyasî hate vekirin û 3 peymangeh jî veguherandin fakulteyan.

Back to top button