LI BER SÎNORÊ GIRÊ SPÎ TEVGERA TIRK YA LEŞKERÎ ZÊDE BÛYE

Di rojên dawî de li ber sînorê bajarê Girê Spî û Bakurê Kurdistanê tevgera leşkerî ya dewleta Tirk zêde bûye.
Her wiha hêzên leşkerî li ser sînor têne bicihkirin û xendek tên kolandin.

Herî dawî artêşa Tirk a dagirker hejmara hêz û çekên xwe li ser sînorê Girê Spî zêde kir.

Ne tenê leşker û çekên xwe her wiha xendek jî li ser xeta sînor tên kolandin.

Dewleta Tirk gelek tank li ser sînor bi cih kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku 13 tank hatine bicihkirin.

Ew tank şev 14″ê Tîrmehê li taxek li Navçeya Akçakale ya Rihayê hatin bi cih kirin.

Nûçegihanê Ajansa ANHA’ê diyar kir ku rojan e her êvarê tevgera alavên leşkerî li ser sînor heye û xendek têne kolandin.

Leave a Reply

Back to top button