Îran: guhertinek li sînorê Ermen-Azerbeycanê em ê nepejirînin

Şer û aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê li nava welatên cîran û rojavayî ji nêz ve tê şopandin.
Di demekî ku Îran dibêje ew ê ti guhertineke nu li sînorê van welatan nepejirîne de, ji Amerîka jî banga dawî anîna şer hate kirin.

Şerê îro saetên siharê navebera Ermenîstan û Azerbeycanê despê kirî ji aliyê Îranê ve ji nêz ve tê şopandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî derbarê pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenîstanê de nirxandinan kir.

Nasir Kenanî diyar kir ku ew ji nakokiyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bifikarin û got:

Guhertinek di sînorên Azerbaycan û Ermenistanê de ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin.

Kenanî bal kişand ku rêveberiya Tehranê geşedanên li ser mijarê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku divê rêz li yekparçeyiya axa herdu welatan bê girtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê daxuyakirin ku welatê wî ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera her du cîranan de amade ye her rê û rêbazan pêşkêş bike.

Amerîka banga rawestandina şer li aliyan kir

Bi qasî Tahranê nebe jî Waşîngton rewşê ji nêz ve dişopîne.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken banga rawestandina şer li aliyan kir û wiha got:

Amerîka ji rewşa Ermenîstanê “bi fikar e”.

Amerîka ji êrişên ku li ser cih û binesaziyên sivîlan hatî kirin bifikare.

Blinken di daxuyaniyekê de ev tişt anî ziman:

“Wekî ku me demek dirêj eşkere kir, çareseriyek leşkerî ji şer re nabe.”

Hefteya borî Ermenîstan-Azerbeycan bi kuştina leşkerekî di şerê li sînorê welat de tawanbar kir.

Di meha Tebaxê de, Azerbaycanê ragihandibû ku leşkerekî wan hatiye kuştin.

Artêşa Qerebaxê jî ragihandibû ku 2 leşkerên wê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Back to top button