OMER OCELAN DERIYÊ IMRALIYÊ BÊ GIRTIN WÊ TEVLIHEVÎ MEZIN BIBE

Beriya hilbijartinên Stenbolê hevdîtin 2’ê Gulanê bi rêber Ocelan re pêk hat.
Lê ev nêzî mehekê ye destûr bo hevdîtinan nayê dayîn.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku dagirkeriya dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê û şerê diqewime pêwendiya xwe bi tecrîda li Îmraliyê heye.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan derbarê tecrîda li ser rêber Ocelan û êrîşên li ser Başurê Kurdistanê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Ocalan bi bîr xist ku hevdîtina bi Rêber Ocalan re piştî berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatin û got:

Di encama berxwedaneke mezin ji aliyê gel ve hevdîtin bi Rêber Ocalan re hate kirin.

Omer Ocalan anî ziman ku Ocalan bêhnê tîne ber Tirkiye û Rojhilata Navîn, lewma divê têkilî pê re her tim hebe.

Divê nêrînên Birêz Ocalan bigihêjin raya giştî.

Lê belê bi AKP-MHP’ê re feraseta gef û tasfiyekirina destketiyên Kurdan heye.

Derbarê tecrîda li ser rêber Ocelan,Omer Ocelan nêrîna xwe wiha anî ziman:

Eger têkiliya bi Birêz Ocalan re bê qutkirin, eger nikaribe nêrînên xwe bigihîne derve, eger bend li pêşiya deriyê Îmraliyê bê danîn wê demê wê rewş girantir bibe.

PARLEMENTERÊ HDP’ê OMER OCELAN
‘ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ PÊWENDIYA XWE BI TECRÎDÊ RE HEYE’

Parlamenterê HDP’ê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir,ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe.

Ocalan diyar kir ku dagirkeriya heyî ya li Başûrê Kurdistanê û şerê diqewime pêwendiya xwe bi tecrîda li Îmraliyê heye.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan nirxanidna xwe wiha bi dawî kir:

Divê dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên şaş, rewşa li welêta nexin tehlûkeyê.

JI bo wê jî em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku xwe bikin yek û li dijî siyaseta AKP’ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê rawestin.

Leave a Reply

Back to top button