Ji Miçotakis bo Erdogan: Kesên dibêjin em ê di şevekê de ji nişka ve werin, em di ronahiya rojê de li bendê ne

Serokwezîrê Yewnan Miçotakis got: Kesên ku dibêjin wê di nava şevekê de ji nişka ve werin, em di nava ronahiya rojê de li benda wanin.
Serokoamrê Fransa Macron jî peymana hevkariya stratejîk a ku di navbera Atîna û Parîsê de, di warê parastinê de hat îmzekirin wek “li hemberî provokasyonan çepera xurt” bi nav kir.

Di demekî ku şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefê li Yewnanîstanê dexwe de ji Fransa bersiv hat.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elysee ya Parîsê bi Serokwezîrê Yewnanîstan Kyriakos Mitsotakis  re civiya.

Piştî civînê Macron û Mitsotakis civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar de bal hat kişandina ser gefên dewleta Tirk yên li dijî Yewnanîstanê.

Emmanuel Macron got,

“Ev hevpariya stratejîk wê rê nede aloziyên li Rojhilatê Deryaya Spî,”

Macron destnîşan kir ku her du welat “bi hev re bihêztir in.” û wiha got;

Em bi tevahî piştgiriya serweriya Yewnanîstanê dikin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis di civîna çapemeniyê ya hevpar de, bersiva şefê rejîma Tirkiyê Erdogan da û wiha got:

Ji bo kesên dibêjin şevekê em ê hema ji nişka ve werin, bizanin em di ronahiya rojê de li benda we ne.”

Mîtsotakis bal kişand ser balefirên şer ên Rafale yên ku Yewnanîstanê ji Fransayê kirî û ev tişt anî ziman:

“Rafale ji niha ve li esmanan difirin, keştiyên me tên çêkirin.”

Şefê rejîma Tikriyê Erdoganê di rojên borî de beşdarî TEKNO-FEST 2022’an bû û gef li Yewnanîstanê xwaribû.

Erdogan ê bi awayekî eşkere gefa dagirkeriyê li Atîna xwarî wiha got:

“Dagirkirina giravan me girê nade, dema wext hat em ê çi hewce bikin.

Hûn dizanin, em dikare şevekê ji nişka ve were.”

Piştî van daxuyaniyên Erdogan daxuyaniyên ku aloziya di navbera her du welatan de zêde dike, hatin dayîn.

Li ser vê yekê daxuyanî li pey hev hatin dayîn.

YE û Amerîka ji Tirkiyê xwest ku rêzê li serweriya Atîna bigre.

Mitsotakis: Em ji bo hevdîtina li gel Erdogan amade ne

Back to top button