Kamûran Berwarî: Rakirina nexşeya Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê şermeke mezin e

PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk nexşeya Kurdistanê ya li ser Zanîngeha Zaxo yê rakir.
Sîyasetmedar û Hinkedarî Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî bertek nîşanî guhertina nexşeya Kurdistanê ya li Zanîngeha Zaxoyê da.
Berwarî diyar kir ev nêzîkatî ji bo Başûrê Kurdistanê şermek mezin e û got:
“Tu welatên serbixwe bêrêziyeke bi vî rengî ya li dijî wan hatiye kirin qebûl nake.”

Nexşeya Kurdistanê ku di 20’ê tebaxê de li Fakulteya Zanîstên Civakî ya Zanîngeha Zaxoyê hate daliqandin, di 11’ê îlonê de bi biryara rêveberiya zanîngehê hatibû rakirin.

Şûna wê nexşeya tenê ji bajarên Başûrê Kurdistanê pêk tên hatibû daliqandin.

Pişt re eşkere bû ku nexşe bi xwesteka dewleta Tirk hatiye rakirin.

Siyasetmedar û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî têkildarî mijarê axivî û nerazîbûn nîşan da.

Kamuran Berwarî rakirina nexşeyê ji dîwarê fakulteyê weke “bêhurmetî” nirxand.

Berwarî dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û nirxên wê yên di dîrokê de bi bîr xist û got:

“Niha jî Tirkiye li her derê hewl dide daliqandina alên kurdan qedexe bike.”

Berwarî, diyar kir rakirina nexşeya Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê, taybetî jî ji bo reveberiya zaningehê şermek mezin e û wiha dewam kir:

“Tevî ku mijara daliqandina nexşeya Kurdistanê hikûmetên Tirkiyê, Başûr û Iraqê eleqedar nake jî, divê zanîngeh însiyatîfê werbigire û bibe parlamenta Iraqê û Dadgeha Laheyê û giliyê Tirkiyê bike.

Diviyabû zanîngehê bi gotina ’em nikarin nexşeya Kurdistanê li cihê em dixwazin daliqînin’ gilî bikira.”

Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî desnîşan kir ku tu welatên serbixwe bêrêziyeke bi vî rengî ya li dijî wan hatiye kirin qebûl nake û axaftina wiha bi dawî kir:

“Ji ber ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê Iraqê û cîhanê ve tê nasîn. 32 sal in hikumetek û parlamentoyeke wê heye.

Ev parlamento û hikumet li ser xwîna şehîdan hate avakirin.

Di encama komkujiyên Helepce û Enfalê hate avakirin.

Ji ber vê yekê divê hikumeta Başûr li dijî vê rewşê bisekine.

Ji ber ku ev yek tunehesibandina hikumetê û binpêkirina axa Kurdistanê ye.”

Back to top button