Koordînasyona PAJK’ê: Em ê Delal Nûrhak wekî ruhê şer û têkoşîna xwe bidin jiyîn

Koordînasyona PAJK’ê Endama Meclîsa PAJK’ê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo di salvegera sêyemîn a şehadeta wan de bi bîr anî.
PAJK’ê diyar kir ku Delal Nûrhak di têkoşîna xwe ya azadiyê ya 33 salan de wekî qehremaneke rastîn a gel jiya û got;
“Em ê her tim xwedî li mîrata wê ya têkoşînê derkevin, wekî rihê şer û têkoşîna xwe bidin jiyîn.

Di 13’ê Îlona 2019’an Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Knseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak û milîtana ciwan Zîlan Qamişlo li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di encama êrîşa ezmanî ya dewleta Tirk de şehîd bûn.

Koordînasyona PAJK’ê (Esma Arat)Delal Nûrhak û (Gulistan Osman) Zîlan Qamişlo, di salvegera sêyemîn a şehadeta wan de bi bîr anî.

PAJK’ê diyar kir ku Heval Delal Nûrhak meşa azadiyê ya destanî heta şehadeta xwe bê kêmanî da meşandin û got:

Heval Delal di sala 1989’an de tevlî partiyê dibe.

Bi keda 33 salan bû yek ji pêşenga pêşketinên azadiya jin, partiyê û tekoşîna azadiya gelê me.
Bi girêdaniya xwe ya bi Rêber Apo û tevgera azadiyê re her tim bû milîtaneke pêşeng û mînak.
Weke fermandar, hevaleke ji dil û milîtanek ji her dem û pêvajoyan re bi evînî, bi kelecanî erkên şoreşgerî hembêz kir.

Koordînasyona PAJK’ê: Heval Delal koletiya jinê û rastiya qirkirinê ya li ser gelê Kurd qebûl nekir

PAJK’ê anî ziman ku rêheval Delal Nûrhak, li dijî asîmlasyonê, bêwelat hiştina civaka wan ya Elewî, bi ruhê netewî ya jina Kurd li tevahî Kurdistanê xebat da meşandin.

Heval Delal wekî rêvebere partiyê, di her alî de tekoşîna bîrdozî bilind kir, zanebûna azadiyê pêşxist û bû çalakvana vê rastiyê.

Ji bo berpirsyariyên navenda PAJK’ê bîne cih her tim bi hesasiyeteke mezin tevgeriya û li ser vî esasî xwedî li erkên xwe derket.

Em ê her tim xwedî li mîrasa wê ya têkoşînê derbikevin, wekî rihê şerê xwe û zanista vîna xwe bidin jiyîn.

Koordînasyona PAJK’ê: Heval Zîlan Qamişlo ji zaroktî heta şehadeta xwe rozeta PKK’ê parast

Her wiha Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku hevala wan Zîlan Qamişlo di sala 2015’an de beşdarî refên azadiyê bûbû û got:

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di nav refên YPJ’ê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di eniya şerên herî dijwar de cîhê xwe girt û têkoşîn da meşandin.

Di temenê xwe yê biçûk de giradaniya gelê Rojava ya bi Rêber Apo re nas dike, digihîje wateya hebûna xwe û bi tevgera PKK’ê re bi nasname dike.

Di şexsê heval Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo de em careke din şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û bawer in wê gelê me li her derê di xeta şehîdan de bersiveke mezin bide dagirkerî û dijminê xwînmij.

Back to top button