PDK li Girê Amediyê yê Metîna rê û çeperan ji artêşa Tirk a dagirker re çê dike

PDK’ê li dijî berxwedana gerîla hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re dewam dike û rê û çeperan ji bo parastina leşkerên Tirk çêdike.
ANF’ê dîmenekî nû yê ku hevakriya PDK’ê a bi dewleta Tirk re eşkere dike, weşand.
Dîmen li girê Amediyê yê Metînayê hatiye kişandin, tê de xuya dike ku hêzên PDK’ê çeperan û rê ji bo parastina artêşa Tirk çêdikin.

Li dijî berxwedana gerîla PDK’ê piştgirî û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re hevkariya xwe dewam dike.

Hêzên PDK’ê ji bo parastina leşkerên Tirk a dagirker çeperan û rê çêdikin.

Di 27’ê Tebaxê de, PDK’ê ber bi Qadên Girê Hakkarî û Girê Amediyê yên Metînayê dest bi çêkirina rê kiribûn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG’ê) daxuyaniyek li ser mijarê dabû û PDK hişyar kirbû.

Li gel nerazîbûna mezin a raya giştî jî PDK’ê guh neda bang û hişyariyan.

Vê carê jî ANF’ê dîmenekî nû yê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re weşand.

Di dîmenê de xuya dibe PDK hîn jî çeper û rê ji artêşa Tirk re çêdike.

Dîmen 12’ê Îlonê hate kişandin û bajarê Amediyê û gundên li derdorê nîşan dide.

Yê ku li ser dîmen diaxive jî qadên gerîla nîşan dide û diyar dike ku girên li jorê bajarê Amediyê qadên berxwedanê yên gerîla ne.

Tê de dibêje ew dîmen yên Girê Çarçel û Girê Hakkarî ye, jêra wan jî Parka Amediyê ye.

Di dîmen de tê dîtin ku PDK ji bo dewleta Tirk rê çêdike.

Çavkanî dibêje, li pişt girê ku nîşan dide PDK’ê di 27’ê Tebaxê de ji bo leşkerên Tirk dest bi çêkirina rê kiriye û hîn jî vê rêyê çêdike.

Çavkanî dibêje çeperên têne çêkirin, konên têne vedan ji bo leşkerên Tirk in ku dixwazin baregehê çêbikin.

Her wiha destnîşan dike ku leşkerên Tirk her roj bi hêzên PDK’ê re li wir dixebitin, hêzên PDK’ê ji bo dewleta Tirk her roj av, erzaq û amûran dibe.

Back to top button