Li Kampa Holê xeteriya jin û zarokên DAIŞ’ê roj bi roj zêde dibe.
Piştî gelek buyerên ku parstina hişmendiya DAIŞ’ê nîşan dide, vê carê bûyereke balkêş pêk hat.
Van jin û zarokan ala DAIŞ’ê li hindirê Kampê bilind kirin û bi gotina Ellah û Ekber li dora wê geriyan.
Bi dehan jin û zarokên DAIŞ’î û zarokên li qada kampê kombûn û ala DAIŞ’ê bi stûna roniyê ve daliqandin û bangên tekbîran berz kinin.
Di dîmenan de, girêdana zarok û jinan bi hişmendî û mejiyê DAIŞ’ê ve radixe ber çavan..
Li gorî çavkaniyên taybet, hêzên Ewlekariyê yekser ketin tevgerê û rê li pêşiya provaksyona wan girtin.
Berî demekê jineke DAIŞ’ê li heman kampê kêr li pişta endamekî Hêzên Ewlekariya hundirîn xistibû.
Rêveberiya Xweser gelek caran ji bo xeterî û barê van 11500 jin û zarokên DAIŞ’ê hişyarî dabû..
Rojên 6-7 û 8 vê mehê mijara van jin û zarokan bi awayekî taybet di komcivîna navnetewî ya li Aamûdê hat nîşqaşkirin.
Weke çareserî jî, navendên taybet ji bo wan werin avakirin û ji bo sivkirina barê Rêveberiya Xweser jî, destkedayineke navdewletî were kirin..
Aliyên peywendîdar Kampa Holê bi bombeyeke hişmendiya DAIŞ’ê bi nav dikin û ne diyar e kengî biteqe.