Cenazeyê şehîd Mehmûd Ebas li goristana şehîd Dicle a Kobanê hat oxir kirin

Cenazeyê Endamê Asayîşê Şehîd Mehmûd Ebas li goristana Şehîd Dicle a Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin û ji bo gerîlayê HPG’ê Şahîn Bahoz jî merasîmek xiyabî hate li dar xistin. Welatiyên Şehba û Efrînê jî sersaxî dan malbata endamê Hêzên Rizgariya Efrînê Beylan Leylûnî.

Endamê Asayîşê Mehmûd Ebas 11’ê vê mehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Gerîlayê HPG’ê Şahîn Bahoz li çiyayê Kurdistanê di berxwedan li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker de, şehîd bû.

Îro Şêniyên Kobanê bi merasîmekê şehîd Mehmûd oxirikirin û ji bo şehîd Şahîn Bahoz jî merasîmek xiyabî li dar xistin.

Bi sedan endamên saziyan, malbatên şehîdan û welatî li goristana Şehîd Dicle beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Piştre, Endamê rêveberiya Asayîşê a herêma Firatê Ciwan Sûsik axivî û soza berdewamiya riya şehîdan da.

Her wiha Birayê şehîd Mehmûd Ebas, Qendîl Kobanê jî diyar kir şehîd ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir.

Piştî axaftinan, wesîqeya Şehîdan hate xwendin.

Di dawiyê de, cenazeyê şehîd Mehmûd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Welatiyên Efrîn û Şehbayê sersaxî dan malbata şehîd Beylan Leylûnî

Duh jî li herêma Şehbayê cenazeyê Şehîd Beylan Leylûnî li goristana şehîdan bi merasîmekê hate oxirkirin.

Îro jî bi dehan welatiyan sersaxî dan malbata şehîd.

Li konê sersaxiyê kesên ku axivîn peyama têkoşîn û berxwedanê dan.

Di dawiyê de wesîqeya şehadet ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button