Dagirkeran 6 welatî ji navçeyên Şera, Şiyê û Mabata revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyan yek jê jin 6 welatîyên din ji navçeyên Şera, Şiyê û Mabata revandin.

Sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Dagirker rojane welatiyan li Efrînê direvînin.

Bi vê yekê dixwazin zextê li xelkê Efrînê yên mayî bikin û wan bidin koçberkirin.

Herî dawî, çeteyên dagirkeriya Tirk 6 welatî li navçeyên Efrînê revandin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyan li gundê Mariskê yê navçeya Şera welatiyê bi navê Ebdikhenan Zekeriya,

û li gundê Hec Hesena yê Şiyê jî, welatiyên bi navên Mistefa Naso ku Mixtarê gund e û Macid Ibarahîm Xelîl revandin.

Her wiha dagirkeran 3 welatîyên bi navê Cihad Dawud yê mixtarê gund, Sebrî Ehmed û jina bi navê Sebah a 65 salî ji gundê Dar Girê yê Mabata revandin.

Kesên hatine revandin heta niha tu agahî ji wan nehatine wergirtin.

Çeteyan tenê di meha borî de zêdetirî 90 welatî li Efrînê revandin.

Li aliyên din çeteyan jina bi navê Xezal Selmo ya 46 salî tevî 11 welatiyan beriya 2 sal û nîvan ji gundê Basûfanê yê Şêrawa revandin û 6 sal ceza lê birîn.

Hat diyar kirin piştî êşekenceyên giran li wan hatin kirin, çeteyan ew veguhestin girtîgeha li gundê Marat yê navenda Efrînê.

Hat ragihandin çete ji bo sivikirina cezayê zindanê 3 hezar dolar ji malbata Hezal Selmo xwestine.

Back to top button