Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 20’an de bi baldarî dewam kir

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hêzên Asayişê di 25’ê tebaxê de bi piştgiriya QSD’ê û Koalisyonê da dest pê kirin, di roja 20’an de dewam kir. Îro, Jina Êzidî ya bi navê Sewsen Hesen hat rizgarkirin û nameyên çeteyan yên ku ji malbatên xwere nivîsandine hatin desteser kirin. Çete di nameyên xwe de dibêjin vegera wan ya li Tirkiyê nêzîke. Her wiha li navçeya Holê jî di encama operasyonekê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hêzên Asayişê di 25’ê tebaxê de bi piştgiriya QSD’ê û Koalisyonê da dest pê kirin, di roja 20’an de dewam kir.

Îro jî lêgerînê di seat 06:00`ê sibehê de dest pê kir..

Hêzên Asayişê di lêgerîna îro de, hin nameyên çeteyên DAIŞ’ê ku ji malbatên xwe re şandine dîtin ku tê de dibêjin; vegera wan a Tirkiyê nêz e.

Nifşekî nû li ser fikra DAIŞ ‘ê li kampa Holê tê mezinkirin

Ev dîmen jî îro ji aliyê rojnamevanan ve hatin girtin.

Di dema lêgerînê de, Jinên Daiş’î ku zarokan li ser fikra Daiş’ê mezin dikin li pêş konan tevî zarokan rawestiyan û sembolên Daiş’ê bilind kirin..

Ji kincên ku li van zarokan hatine kirin jî diiyar dibe ku çi nifiş tê xwedîkirin û xeteriya wê jî di şexsê Daiş’êê de hemû cîhanê dît.

Li navçeya Holê di encama operasyonekê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li aliyê din, yekîneyên taybet ên QSD`ê çalakiyeke ewlehiyê li navçeya Holê li dar xistin û di encamê de 2 endamên şaneyeke Daiş’ê girtin..

Ev herdû çete, girêdayî hin serçeteyan in û karê veguhestana pereyan ji şaneyên Daiş’ê ên li herêmê re dikirin.

Back to top button