Asayiş: 2 endamên me dema çete dibirin nexweşxaneyê şehîd bûn

Çeteyekî Daiş’ê dema ku endamên Asayişê ew dibirin nexweşxaneyê, êrişî wan kir û 2 endamên Asayişê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku dema endamên wan çeteyekî Daiş’ê dibirin nexweşxaneyê, vî çeteyî êrişî wan kir û ev agahî hatin parvekirin:

“12ê Îlonê, di dema veguhestina çeteyekî DAIŞê ji girtîgehê ji bo nexweşxaneyê da ku were dermankirin, vî çeteyî êrişî endamên Asayişê kir û çekeke wan bi dest xist û gule li wan reşand.

Di encamê de ji endamên me yên ku çete dibirin nexweşxaneyê, 2 kes şehîd bûn û çete reviya.

Hêzên me derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin û ji bo girtina çete jî xebat dewam dike.

Back to top button