PYD’ê civînek ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist

Ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên dawîn PYD’ê civînek ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê tev li civînê bûn.

Di civînê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Ebid El Xenî Oso axivî ..

Oso rola QSD’ê ji bo parastina herêmê silav kir û got:

“Êdî Sûriyê bû kilîta Rojhilata Navîn..

Ji ber wê hêzên cîhanê hewl didin wê kontrol bikin..

Lê ji bîr kirin ku wê kesek an jî hêzek mîna QSD`ê bi lehengî parastina vê axê bike.”

Oso destnîşan kir ku li hember şerê taybet ê li dijî herêmê tê kirin, divê civak hişyar be.

Ji ber bingeha vî şerî, parçekirina civakê û belavkirina bêexlaqiyê ye û wiha pê de çû Komployek li dijî vê herêmê heye.

Li dibistan, zanîngeh û kolanan ev şer ji aliyê sîxur û xwe firoşên dewletên dijber tê meşandin.”

Oso teqezkir ku li dijî planên perçekirinê wê gelên li herêmê yekîtiya xwe biparêze.

Back to top button