DERBARÊ GEFÊN DEWLETA TIRK RÊVEBERIYA XWESER DAXUYANIYEK JI RAYA GIŞTÎ RE RAGIHAND

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî ewlehiya herêmên Bakur û Rojhiatî Sûrî daxuyaniyek da. Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze kirîza xwe ya hundirîn bi riya gefên xwe derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike. Rêveberiyê got:
Dewleta Tirk bi van siyasetên xwe dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe, lewre divê raya giştî li dijî van siyasetan ji bêdengiya xwe derkeve.

Piştî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi saya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji tarîtiya terora DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Yekser dewleta Tirk a dagirker dest bi gefên xwe yên li dijî ewlehiya herêmê kir.

Ev demeke Dewleta Tirk a dagirker careke din gefên xwe li dijî herêmê dubar dike û leşker û çeteyên xwe li ser sînorê kantona Girê Spî bicih dike..

Der barê vê mijarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

RÊVEBERIYA XWESER: GEFÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ EWLEHIYA HERÊMÊ NE

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatî Sûrî tên kirin.

Dewleta Tirk bi van gefên xwe hewldanên çareserkirina aloziya sûrî bi awayekî aştiyane binpê dike.

RÊVEBERIYA XWESER: DEWLETA TIRK DIXWAZE KIRÎZA XWE DERBASÎ HERÊMÊN ME BIKE

Piştî ku hikumeta AKP’ê di hilbijartinên Stenbolê de bi ser neket, êdî xwest vê binketina xwe derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike û li ser kirîza hundirîn a li Tirkiye veşêre.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destîşan kir ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên berfirehikrina desthilata xwe li Rojhilata Navîn, destê xwe dirêjî dewletên cîran dike û wiha anî ziman:

RÊVEBERIYA XWESER: DEWLETA TIRK RÊ LI BER ÇARESERIYA SIYASÎ YA ALOZIYA SÛRÎ DIGIRE

Dewleta Tirk ji bo parastina berjewendiyên xwe û berfirehkirina desthilata xwe li herêmê, êdî destê xwe dirêjî gelek welatên Rojhilata Navîn kiriye, nemaze Iraq û Lîbya.

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ RAYA GIŞTÎ LI DIJÎ SIYASETÊN DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ji bo çareseriya her pirsgirêkekê, deriyê Rêverberiyê ji diyalogan re vekirye.

Her wiha Rêveberiyê

Bang li raya giştî kir ku li dijî van siyasetên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkeve.

Leave a Reply

Back to top button