Welatiyên Silêmaniyê: PDK li gel dagirkeran cih girtiye

Welatiyên Silêmaniyê êrişa hevpar a PDK’ê û dewleta Tirk di 5’ê Îlonê de li Xelîfan li dijî gerîla pêkanîn şermezar kirin
Her wiha li dijî êrişê banga yekrêziyê ji gelê Kurd kirin.

Bertekên gel li dijî îxanetê zêdetir dibe

Welatiyê Silêmaniyê Ezîz Kerîm got:

“PDK hêzên dagirker tîne herêmê. Li kuderê be dijmin her dijmin e. PDK ji bo li ser desthilatê bimîne hertiştî dike. Diyare PDK Li gel dagirkeran e. ”

Welatiyê Silêmaniyê yê bi navê Kameran Mihemed jî wiha axivî:

“Em hemû birayê hevîn. Em dixwazin şer û alozî li Kurdistanê nebe. Li dijî şerê navxweyî û birakujiyê ne.”

Behadîn Mistefa jî dibêje:

Divê em biratiyekê çêbikin. Nebîn dijminê hev. YNK û PDK’ê bi salan şer kirin. Ji derveyî ziyanê tiştek bi dest neket. Eger em vegerîn guftûgoya li gel hev, wê her tiştî çareser bibe.”

Back to top button