Iraq.. Ji bo diyarkirina namzetê Serokwezîrê Iraqê lijneyek hat avakirin

Li Iraqê di nava rewşa aloz de, amadekariyên bû serokwezîreke nû tê kirin.
Ji bo vê yekê jî lijneyek sê alî di navbera aliyên Kurd, Sunnî û Çerçoveya Hemahengî de hat avakirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Nesir Ayat Muzefer ragihad ku lijneyek sê alî di navbera aliyên Kurd, Sunnî û Çarçoveya Hemahengî de hat avakirin.

Ev yek piştî ragihandina lijneyê wê bi fermî navê namzetê ji bo serokwezîrtiyê were diyarkirin.

Nasir Ayat di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku qonaxa niha nikare tehemûla kesayetek bi nakok bike û namzetê Çarçoveya Hemahengî Mihemed Şîa Sudanî hêza îdarekirinê heye û got:

“Krîza siyasî bi avakirina hikûmetê bi dawî nabe û qonax pêwîstî bi kesayeteke xwedî desthilata siyasî heye.”

Li gorî aliyên siyasî, Parlamentoya Iraqê wê piştî dawîbûna merasîmên çil rojiya Îmam Hisên dest bi civînên xwe bike û wê piştre Çarçoveya Hemahengî ji bo avakirina hikûmetê kar bide destpêkirin.

Back to top button